Gotinên Pêşiyan · Tîpa R

Gotinên Pêşiyan bi tîpa “R”

77 atasozîyên Kurmancî yên ku bi tîpa R dest pê dikin, bi wergera tirkî.

Radibe hut e, rudine kut e
Ralê bûkê, bi bûkêre
Rasto bi rastiyo, xwaro dare sikestiyo
Rasto dirusto, xwaro sikesto
Rast u çepe wî/ we ne kifs e
Rast, xilas
Rebiro, kur piro (biro)
Reç reça kere ye, fel fele Pere ye
Relê bukê vi bukêra
Relê bukê vi bukê ra
Rengan tevde di heman lezê de dihatin lewitandin. Yekamînî dane rengê spî
Bütün renkler aynı hızda kirleniyordu. Birinciliği beyaza verdiler
Reng rengin, sor bi dengin
Renk renktir, kırmızı ünlüdür
Rese tu li vir bisekine eze gewra bigerim; ku min gewr nedît tu dîsa resa minî
Res e res e, qawike jî
Res e weke qîre, rast e weke tîre
Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye
Rewîtî xwes tist e, le çirte çirt li pist e
Rêya dirêj bi gavên biçûk dest pê dike
Uzun yol küçük adımlarla başlar
Rêzê êş li mal nêye payîn
Değirmen sırası evde beklenmez
Rê reya mirine be jî, tu her li pêş be.-Yol ölûme giden yol olsa bile daima önde ol
Rê reya mirinê be jî, tu her li pêş be
Rihe xwe diqusîne, du re eynike tîne
Rih direj e, dil qirej e
Rim li tur hilnaye
Rindeke gundeke
Rindî rindî geroka li nava gundî
Riske wî ji bune spî
Riya mala mirine ye
Rohn dikim nan derê, tir dikim dan derê
Ayran çorbasını (mehir) sulu yaptığımda ekmek gider, az sulu yaptığımda içindeki buğday (dan) gider
Roja dew haya nan nina, roja nan haya dew nina
Roja xweş bi serîda xweşe
Güzel gün gün başlarken güzeldir
Roja xweş ji sibehê de xweş e
Roja xweş ji sibehê de xweş e
Güzel gün sabahtan belli olur
Roje heft xusuya dixeniqîne, bi sev qurquroneka derî ditirse
Rojiya bin teyste girtiye
Rojnîvro xewnerojkan dibîne
Roj bune sal, zik bune çuwal
Roj çu edî venagere
Roj ewravî sev sayî: Sal xirab, jina ciwan mere kal: Mal xirab
Roj ket aliye Merdîne dewara bajo kadîne; roj ket aliye Cizîre dewara bajo ber nîre
Roj li cîhkî teng me (le) bu evar
Roj li me çu ava
Roj li min xerab çu (çuye) ava
Roviye newala, bu xwediye mala
Rovi ne di çu kulêr, hejik jî tirîya xweve kir
Tilki zaten deliğine zor giriyordu bir de kuyruğuna çalılık bağladı
Rovi'ki berdayi çêtire ji şereki girêdayi-
Rovîkî berdayî ji şêrekî girêdayî çêtir e
Özgür bir tilki, zincire vurulmuş bir aslandan daha iyidir
Rovî ji barane bitirsiya ye ji xwe ra ewayek çebikira
Rovî kirine sahe mirîskan gotiye: "Kene min te, aqile min nabire."
Rovî nediçu qule, hejek jî bi boçika xwe ve gireda
Rovî re revî, re rovî revî
Rovî ter e, tirî tirs e
Rovî tu çima xwe dihejînî? Got: "Li min te u ji min te."
Royê kiçik lê herikî ji avê mezin lê sekinî çêtir e
Akan küçük dere duran büyük sulardan iyidir
Royî swada nede te, î îkûndû çi tîna xwe hebe
Ro bi rînê nare ava
Ro bi ro, xwezil bi do
Ro terin, qêda-bela narin
Rune genî, li ser nane xwedî
Run dest de be ro dike (dirijîne)te
Ruto ha vî alî ave, ha wî alî ave
Ruto, xeber puto
Ruye res çi hewceyî teniye ye?
Ruye res u sipî we ji hev kifs bibe
Ruye wî nagire
Ruye wî qewîm e
Ruye wî/we naese
Ruye xwe daye bin piye xwe
Ruye xwe je zivirand (guherand)
Ruye xwe res kirî ye
Ru daye, derkete ser serî
Ru da , cîh da
Ru reso, parî xweso
Ru u simbel buye tev hev
Rûvî di qula xwe helnehat, Herçek di boça xwe girêda
Rûyê reş ne hewci teniyêye
Kara yüze is gerekmez
Rih dibe bost dûjmûn nabe dost- Sakal bir kariş kadar uzar, ama dûşman dost olmaz

Hemû gotinên pêşiyan û bêtir naverok di sepanê de.

Di sepanê de